Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî xelkê bajarê Selmasê di girtîgeha Navendî ya rêjîmê li bajarê Erdebîlê de hate bidarvekirin

11:51 - 20 Şibat 2024

Sipêdeha roja Duşemî 30ê Rêbendana 1402 a Rojî, girtiyekî Kurd yê bi navê Îrec Pakî kurê Hecî Tewrêzî xelkê gundê Stûnreşê li herêma Şipîrana girêdayî bi bajarê Selmasê, di girtîgeha Navendî a Erdebîlê de hate bidarvekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa mafê mirove Kurdpayê, ew girtî 6 sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê Navendên Dadveriyê rêjîmê ve cezayê bidarvekirinê biser de hate sepandin.

Îrec Pakî, temen 32 salî û xwedî jin û zarok bû.

Heya niha nûçeya bidarvekirina wî girtiyê Kurd ji aliyê navendên fermî û medyayên navxwe yên Îranê ve nehatiye ragehandin.