Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sezaya bidarvekirinê bi ser welatiyekî xelkê Selmasê de sepand

12:14 - 22 Şibat 2024

Welatiyekî xelkê bajarê Selmasê û rûniştiyê bajarê Urmiyê ku salek berî niha digel kesekî din ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hatibû binçavkirin li dadgeheke şanoyî de û bi tohmeta sîxurî bo Îsraîl, cezayaê bidervekirinê bi ser de hatiye serpandine.

Pêka rapora “Çaw News”ê welatiyekî xelkê Selmasê yê bi navê “Şahîn Vessaf” ê temen 25 salî û rûniştiyê bajarê Urmiyê ku li roja Çarşemî 30ê Xermanana 1401 a Rojî digel welatiyekî din ê bi navê “Nasir Wessaf” bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin, bo îtirafkirina bi zorê û erêkirina tohmeta “sîxurî bo Îsraîlê” hatibûne îşkencekirin û piştî lêpirsînan bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Pêka vê raporê, “Nasir Vessaf” bi awayê demkî ji girtîgehê hatiye azadkirin û dadgehîkirina wan welatiyên Kurd li taya 3 a dadgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê, bê hebûna parêzer bi rê ve çoye.

“Şahîn Vessaf” niha bi tohmeta “sîxurî bo Îsraîl” cezayê bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.