Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîm hewara xwe bo heçî rêkekê dibe bo rakêşana xelkê bo nava hilbijartinê

12:16 - 22 Şibat 2024

Rêjîma Îranê bi belavkirina gotinên çewt hewlê dide xelkê bêzarbûyî ji rêjîmê, rabikêşe bo ser sendûqên dengdanê û heta Elî Xanimeyî gotiye ku hekî xelk ev rêjîme jî qebûl nebe, divê deng bidin.

Li berdewamiya çewtekariyên rêjîmê, vê carê jinek a bi navê Felahetpîşe ku li ragihandinên rîêjîmê de wek mamosteya zanîngehê tê nasandin, gotiye ku: “beşdarînekirina xelkê li dengdanê, dê dibe sedema vê yekê ku dujmin wiha bi hesibîne êdî xelkê pişt bi nizamê kiriye û aloziyan li Îranê zêdetir bike”.

Gotina vê jina besîcî li halekê de ye ku zêdetirîn tundûtîjî li Îranê ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîma Îranê ve têne kirin û dujminê xelkê her rêjîm bi xwe ye ku niha bo rakêşana bala xelkê bo ser sendûqên dengdanê, dest avêtine çewtekariyan.

Axundên rêjîmê bi çewtekariyên wek vê yekê ku “roja qiyametê dê ji ve bipirsîn we çi alîkariyek daye nizamê û dengdan alîkarî bi nizamê ye” û bi 10an çewtekariyên din ku bûye cihê pêkenîna xelkê Îranê hewla rakêşana xelkê bo ser sendûqên dengdanê dikin.