Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û hêzên hevpêymanan careke din hûsiyên Yemenê kirine armanc

12:59 - 25 Şibat 2024

Li 4emîn êrîşa Amerîka û hêzên hevpêymanan li deryaya Sor de, Hûsiyên Yemenê bûne armanc û nêzî 20 armac hatine teqandin.

“Pentagon”ê ragiahndiye ku hêzên “Amerîka, Birîtaniya û bi piştevaniya Ustraliya, Behrên, Kanada, Danmark, Holend û Niyozîlend”ê li sibêdeha roja Yekşemî, 18 cihên diyarîkirî yên Hûsiyan kirine armanc û teqandine.

Wezaretya Berevaniya Amerîkayê û herwisa “CENTCOM”ê li daxuyaniyên cuda de ragihandin ku li vê êrîşê de enbarên binerd ên cebilxane, enbarên mûşekan, enbarên dironên bombrêjkirî, sîstema berevaniya esmanî, radar û helîkoptereke Hûsiyan  ji nav çone.

Amarêka û hezên hevpêymaniya Deryayî,  armanca wan êrîşan bi “jinavbirin û jikarxistin a şiyanên milîsên Hûsî yên ser bi rêjîma Îranê li êrîşkirinan, bi armanca alozkirina ewlehiya deryayî li dijî gemiyên Amerîka û yên welatên din ên cîhanê deryaya sor û geviya Babulmendeb”, hatiye ragihandin.

Herwisa nûçegihaniya “Associated Press” jî belav kiriye ku balafirên şerker ên Amerîka û Birîtaniyayê, derdora 18 binke li çendîn deverên cuda de kirin earmanc û jinav birine.