Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîmê hovane kolberan îşkence dikin

11:38 - 1 Şibat 2024

Hêzên leşkerî yên rêjîma Îslamiya Îranê, Kolberek girtin û bi awayê herî dirindane bin derbên lêdan û Îşkencê de ev kuştin.

Gorî rapora Navenda Mafê Mirovî a Kurdistana Îranê, roja Çarşemiyê 11ê Rêbendanê, kolberek bi navê Cebar Weysî, xelkê gundê “Cocar” girêdayî bajarê “Selasê bawacanî” bi sedema giraniya birînên xwe yên ku bi hegera lêdan û îşkenceya ji aliyê hêzên dijî mirove rêjîmê ve lê kevtibûn, canê xwe ji dest da.

Ev kolbera roja 9ê Rêbendanê li nêzî sinûrê Newsûdê kevte ber teqa guleyên hêzên henga merzî, û bi giranî birîndar bû û kevte ber destê wan hêzên dirinde, Cebar Weysî bi wî halê birîndar, kevte ber lêdan û kutanê û hêzên rêjîmê Hestiê wî lavê Kurd bi derba lêdanê şikandin.

Cebar bi sedema giraniya birînên xwe û wan îşkencên hêzên rêjîma dîktator, roja Çwarşemiyê canê xwe ji dest da.

Herwisa li bajarê Banê de kolberek bi dest û çavên girêdayî bi awayekî hovane kutane û derbên gelek giran li wî kolberî dane ku bi sedema wan îşkence û kutanê, niha li nexweşxanê hatiye razandin.

Pêka rapora Rêkxistina Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê,  roja Sêşemî 10ê Rêbendanê, kolberekî Kurd ê bi navê “Bêhnam Şerîfiyan” ê temen 30 salî û xelkê bajarê Seqizê, li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê ve hate girtin û wan hêzan piştî girêdana dest û çavên wî, bi awyê herî hovane  bi derbên giran li wî xistine û bi çeka kilaşînkof, bi awayekî hovane derbên gelek giran bi wî kolberî dane.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, pê, navteng, pişt û serûçavên “Bêhnam” rastî derbeyên gelek giran hatine û bi sedema dijwariya wan derban li nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Banê de hatiye razandin.