Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyva derbasbûyî ya zayînî de 55 kolber hatine kuştin an birîndarkirin

12:28 - 6 Şibat 2024

li heyama heyva derbasbûyî ya Zayînî de 49 kolber birîndar bûne û herwisa 6 kolber jî bi sedema teqeya hêzên leşkerî ve hatine kuştin.

Pêka dawî amara ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpayê, li heyama heyva zayînî ya “Kanûna Duyem” de 39 kolber bi teqeya hêzên leşkerî yên rêjîma Îslamiya Îranê û 14 kolber jî ji aliyê hêzên parêzvanên sînorî yên Îraqê ve bi lêdan û kutanê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora Kurdpayê, li wî heyamî de 6 kolber hatine kuştin ku 2 ji wan kolberan ji aliyê hêzên parêzvanên sînorî yên Îraqê ve û 4 kolber jî ji aliyê hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê ve hatine kuştin.

Herwisa Kurdpayê daye zanîn ku hêzên parêzvanên sînorî yên Îraqê, serê 9 kolberan bi zorê tiraşîne û 7 kes ji wan kolberan li jêr temenê 18 salî de bûne.

Kurdpayê nasnameya wan kolberên ku li wî heyvî de hatine kuştinê, belav kir ku navê “Şoreş Xeregoşî, Mîrza Ehmedî, Sadiq Mîrzayî, Huşyar Mehmûdî, Mensûr Mihemednijad û Cebar Weysî” li wî lîsteyî de ne.