Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên Kurd li Dêwlanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin

10:40 - 8 Şibat 2024

Roja Çarşemî 18ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd yên bi navên Zûbeyîr Husênpenahî û Ebas Husênpenahî xelkê gundê Qirûçayî a ser bi bajarê Dêwlanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexûya hatine veguhastin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî û bi awayekî tundutîjane ev du welatî li bajarê Dêwlanê girtine.

Herwisa Kurdpayê ragehand, ev du welatiyên Kurd bo hevdîtin digel malbata Mihemed, Hejîr Feramerzî, girtiyê siyasî yê bidarvekirî çone bajarê Dêwlanê.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li rewiş û cihê mana wan du welatiyên Kurd ti zaniyariyek liber dest de nîne.