Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê cezayê bidarvekirinê bi ser mamostayekî Kurd de sepand

11:11 - 11 Şibat 2024

Mamosta “Mihemed Xizirnijad” ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmeta “Mufsêd fîl erz” cezayê bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, mamosta “Mihemed Xizirnijad”, mamostayê olî xelkê bajarê Bokanê ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hatibû binçavkirin, ji aliyê bêdadigehên rêjîmê ve hikmê êdamê biserde hatiye sepandin.

Mamosta “Mihemed Xizirnijad” li taya 3 a dadgeha şoreş a rêjîmê li bajarê Urmiyê, bi serokatiya binav dadwer “Riza Necefî” ve bi tohmetên wek “Mufsêd fîl erz”, hewldan li dijî ewlehiya netewî bi rêya derbelêdan bi “Temamiyeta Erzî û serbixweyîya welat, propaganda li dijî nizam”ê, cezayê bidarvekirin û 16 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, ew mamostayê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve neçar bi îtirafkirin bi pêywendî digel girûpên tundajo yên olî, birêvebirina xwenîşandanên nerizayetî li Bokanê û xisarên pêketî bi cihên giştî hatiye kirin.

Navbirî li odeyên takekesî yên îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê de bo heyamê 3 heyv û nîvan hatibû îşkencekirin û îtirafên bi zorê ji wî mamostayê Kurd standine.

Navbirî li heyama 20 salên derbasbûyê de çendîn caran rastî jêpirsînên dezgehên ewlehî yên rêjîmê hat û ji pêşnimêjiya mizgevtan li Sine û bokanê hate derxistin.