Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina pasdar û bi kirêgirtiyên rêjîmê li Belûçistanê de berdewam e

11:04 - 12 Şibat 2024

Li binkeya parêzvanî ya rêya asinî ya “Zahidan-Bem”ê de 2 pasdarên xwecihî yên rêjîmê ji aliyê kesên nenaskirî ve hatine kuştin, ew yeka li halekê de ye ku roja pêştir jî piledarekî spaha pasdaran a terorîst li devera sînorî ya Serawanê hatibû kuştin.

Roja Yekşemî 22ê Rêbendanê, 2 kirêgitiyên rêjîma Îslamiya Îranê yên bi navê “Mihemedenwer Gumşadzêhî û Ebdulhusên Belûç”, li binkeya parêzvaniya rêya asinî ya “Zahidan-Bem”ê de kevte ber êrîşa kesên nenaskirî û hatine kuştin û pêywendiyên giştî ya biryargeha quds a spaha pasdaran a terorîst, ew nûçe piştrast kiriye.

Pêka raporên xwecihî, ew 2 pasdarên rêjîmê ji xelkê xwecihî yên deverê bûne, bi gotinekî dinê caşê nava gelê Belûç bûne.

Kuştina wan 2 kirêgirtiyên rêjîmê li halekê de ye ku roja pêştir jî piledarekî spaha pasdara a terorîst ku pileya serhengî hebûye, li devera sînorî ya bajarê Serawanê de hate kuştin.

Kuştina pasdar û bi kirêgirtiyên rêjîmê li Belûçistanê de li vê heftiyê, berfirehtir bûye.

Heta niha kuştina wan 2 bikirêgirtiyan û wî piledarê rêjîmê ti alî an girûpekê nekêşaye stuyê xwe.