Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî temen 20 salî ji aliyê rêjîma Îranê ve hate kuştin

11:58 - 12 Şibat 2024

Hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Banê, bi awayê rasterast teqe li kolberekî temen 20 salî kirin û ew kuştin.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 22ê Rêbendanê, hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê “Sardaw”ê ser bi bajarê Banê, teqe li kolberekî temen 20 salî yê bi navê “Sîwan Sehîhî” yê kurê “Hîwa” yê xelkê gundê “Bilke”yê ser bi bajarê Banê kirine û ew kolbere kuştine.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li wî kolberê Kurd kirine.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku termê wî kolberî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Banê hatibû veguhastin û piştre bi malbata wî hatiye dan.

Rêjîma Îranê bi awayekî hovane kolberan li sînoran dike armanca gulleyan û çend roj berî niha jî 2 kolberên ku hatibûne girtinê, piştî niv demjimêr îşkencekirin û kutanê, li nêzîk ve bi gulleyên teqe li pêyên wan kiribûn.