Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistan û Îranê de zêdetir ji 25 kombûnêln nerzayetî bi rê ve çon

11:52 - 13 Şibat 2024

Malnişînkiriyan li zêdetir ji 25 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistine û tekezî li ser daxwaziyên xwe kirin.

Roja Dûşemî 23ê Rêbendanê li çendîn bajarên Kurdistanê ên wek “Urmiye, Sine, Merîwan, Qurwe, Bîcar û Kirmaşan”ê de û herwisa li bajarên “Birûjêrd û Xuremabad”ê li parêzgeha Luristanê, malnişînkiriyên Îdare Muxabirat a Îranê li ber deriyê wan îdareyan li wan bajaran de kombûnên nerizayetî lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirine.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li çendîn bajarên din ên Îranê ên wek “Qezwîn, Sarî, Hemedan, Benderebas, Zencan, Têhran, Îsfehan, Reşt, Erdebêl, Tewrêz, Ehwaz, Şîraz û Erak”ê de li ber deriyê îdareya muxabirat a wan bajaran de kombûnên nerizayetî lidar xistine.

Herwisa li vê rojê de hejmarek ji malnişînkiriyên Pîşeya Pola ya Îsfehanê, hejmarek ji malnişînkiriyên îdareya dabînkirina civakî ya bajarê Şûş, kedkarên kompaniya “Gurûha millî ya Polaya Îranê” li Ehwazê, kedkarên kompaniya Pola ya “Xezerê Gîlan”ê û herwisa hejmarek ji karmendên kompaniya “Dermansaziya Qazî” li bajarê Tewrêzê de kombûna nerizayetiyê lidar xistine û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirine.