Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heqdesta kedkar li Îranê kêmtir ji 1 li ser 4 a xercê wan e

10:20 - 25 Adar 2024

Nirxa enflasiyon bi berdewamî zêde dibe, kedkar û qatên hejar, jiyana wan gelek dijwartir ji berê ye û li halekê de ku xercê her malbatekê zêdetir ji 500 Dolarî ye, heqdesta kedkaran kêmtir ji 136 Dolar e.

Pêka rapora “Ticaret News”ê heqdesta kedkarek li Îranê li derdora 136 Dolarî ye û bi berçavgirtina nirxa Dolar bi 61 hezar Tumenî, niha xercê herî kêm ê malbatekê bi 2 zarokan, nêzî 500 Dolar e û bi vê pêkê, xercê malbateke kedkar li Îranê, 3.6 qat zêdetir ji dahata wan e.

Nirxa heqdesta herî kêm li welatên “Umman 839, Erebistan 800, Behrêyn 790, Tirkiye 600, Qeter 493, Îmarat 408, Kowêyt 327 û Îraq 260 Dolar” hatiye diyarîkirin.

Li halekê de ku hêla Hejarî li Îranê nêzî 30 milyon Tumen li Têhranê û 25 milyon Tumen li bajarên din ên Îranê de hatiye diyarîkirin, dahata kedkarekî fermî bi hemû alîkariyan ve 11 milyon û 107 hezar Tumen e.

Li rewşeke wiha de, jiyana xelkê hejar roj bi roj dijwartir dibe.