Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“CENTCOM”ê 5 dironên Hûsiyên Yemenê teqandin

10:22 - 25 Adar 2024

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku li deryaya Sor de 5 dironên Hûsiyên Yemenê teqandine, ew yeka li halekê de ye ku roja pêştir gemiyeke barhilgir a Çînê bû armanca mûşeke balistîkî ya Hûsiyan.

Roja Yekşemê 5ê Xakelêweyê, Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê “CENTCOM”ê ragihand ku li operasiyonekê de 5 dironên Hûsiyên Yemenê, li ser avên deryaya Sor, teqandine û dironeke din jî li devereke jêr kontrola Hûsiyan de firiye.

Li rapora “CENTCOM”ê de nehatiye zanîn ku sîstema berevaniya esmanî ya gemiyên Amerîkayê ew 5 dirone xistine xwarê an bi balafirên şerker ev kirine armanc.

Herwisa “CENTCOM”ê ragihand ku roja Şemî 4ê Xakelêweyê, mûşekeke balistîkî ya Hûsiyan bi gemiyeke barhilgir a Çînê ya bi navê “Hovangpo” kevtiye û xisareke sivik gihandiye vê gemiyê û ew gemî niha li rêya xwe berdewam e.

Hûsiyan ragihandine ku ji 19ê Novemberê ve, nêzî 73 gemî li deryaya Sor û deryaya Ereb de kirine armanca diron an mûşekan û herwisa îdia kirine ku ew armancane, pêwendîdar bi Îsraîlê ve bûne.