Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çawnews: “Li sala 1402 a Rozî de zêdetir ji 960 çalakvanên warên cuda li Kurdistanê, hatine binçavkirin

10:24 - 25 Adar 2024

Navenda Amar a “Çawnews”, bi belavkirina amareke cuda, îşare bi  binpêkirina mafê mirov li heyama sala 1402 a Rojî kiriye.

Pêka wan amaran, herî kêm 410 kolber û kasibkarên Kurd bi teqeya hêzên çekdar ên rêjîmê, berbûn ji bilindahiyan, sir û seqem û teqîna mîn, hatine kuştin an birîndarkirin.

Ji vê rêjeyê, 46 kes hatine kuştin û 364 kolber û kasibkar jî hatine birîndarkirin.

Pêka amara Çawnews”ê herî kêm 960 welatî ji çalakvanên “medenî, şandî, zimanî, wêjeyî, jîngehparêzî, siyasî, werzişî, hunerî û olî” ji aliyê hêzên “Îtilaat, îtilaata spaha pasdaran û îtilaata hêza întizamî” yên rêjîma Îranê ve hatine girtin.

“Çawnews”ê li derheq bidarvekirina welatiyan ragihandiye ku herî kêm, 132 welatiyên Kurd li girtîgehên rêjîmê li Kurdistanê û Îranê bi tohmetên “Siyasî-olî, kuştin û tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, bidar vekirine ku 12 kes ji vê rêjeyê, çalakvanên siyasî û olî yên Kurd bûne.