Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama rêzdar Mistefa Hicrî li derheq beşdariya bê mînak a xelkê Kurdistanê li Newroza meşxelên rizgariyê de

10:26 - 25 Adar 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta bi rêveçona bi şan a Newroza îsal li Rojhilatê Kurdistanê peyamek belav kir.

 

Deqa peyamê wiha ye:

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Li rojên berî hatina Newrozê, min pîrozbahiya Newrozê li we yên xweragir kir. Lê eva ku wisa kir ku carekî din çend peyvekê li wî warî de bibêjim, ew coş û xuroşa deverên jêrîn yên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ev Newroza ji gelek waran de Newrozeke taybet bû, li hemûyan taybetîtir, hemaseyek bû ku Kurdistaniyên parêzgehên Îlam û Kirmaşanê dane Newroza îsal, li wir de dixwazim bibnêjim ku derkevtin û hemaseyek ku ve ji xwe da nîşandanê, bi qasî dunyayekê wire û îrade da tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê. Ew rêza Kurdistanî ku we ji xwe nîşan da, îradeyek bû ku rêjîma qurixker bi 10an sal bû ku dixwest rêgiriyê jê bikin û nehêlin ûn xwe bi Kurd û Kurdistanî binasînin. Lê piştgiriya we ji Newroza îsal, da selimandin ku ûn beşeke hertim û jêneqetiya ji nîştîman in.

Newreoza we pîroz be û bimînin bo Kurdistanê!

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

4ê Xakelêweya 1403