Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 kolberên din jî kuştin

14:32 - 25 Adar 2024

Rêjîma Îranê li deverên sînorî yên bajarê” Newsûdê û bajarê Banê” teqe li kolberên Kurd kirine û di encamê de 2 kolber kuştine û herwisa kolberekî din ê xelkê Ciwanroyê bi sedema rawestiyana dil li devera sînorî canê xwe ji dest da.

Sibêdeha roja Şemî 4ê Xakelêweyê, kolberekî xelkê Ciwanro yê bi navê “Peyman Ehmedî” yê temen 35 salî ku bavê zarokekî ye, bi teqeya rasterast a hêzên rêjîmê li sînorê Newsûdê hate kuştin.

Herwisa li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Baneyê de jî, kolberek bi navê “Soran Ebdî” yê temen 22 salî roja Yekşemî 5ê Xakelêweyê, kevte ber gulleyên rasterast ên hêzên rêjîma Îranê û hate kuştin, pêka raporan navbirî heyamekê berî niha jiyana hevpar pêk anîbû.

Herwisa li vê rojê de jî kolberekî xelkê gundê “Zêran”a ser bi bajarê Ciwanroyê, yê bi navê “Mihemedbayir Mihemedî”, li sînorê Newsûdê de bi sedema sekinîna dil, canê xwe ji dest daye.