Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pizîşkeka pispor li Loristanê bi awayekî cihê şik û gumanê xwe kûşt

11:40 - 26 Adar 2024

Pisporeka dil li bajarê Dilfanê ser bi parêzgeha Loristanê bi awayekî cihê şik û gumanê xwe kuştiye û heta niha sedema xwekujiya vê pizîşka dil, nehatiye zanîn.

Pêka raporên belavbûyî li ragihandinên rêjîma Îranê, Dr. “Perestû Bexşî” ya pispora dil bi awayekî cihê şik û gumanê xwe kuştiye û “Yûsifriza Cehanî” birêveberê Tora Tendirûstî û Derman a bajarê Dilfanê yê bi ragihandiye ku mirina vê pizîşkê nişkê ve bûye.

Herwisa “Mihemedriza Esedî” endamê Heyeta Birêveberiya Nizam Pizîşkî ya bajarê Tehranê jî mirina vê pispora dil bi xwekujî ragihandiye.

Herwisa “Yûsifriza Cehanî” gotiye ku “Perestû Bexşî” ku pispora dil bû, bo karê pizîşkî ji Têhranê bo Nexwşxaneya Rehîmî li bajarê Xuremabadê hatibû veguhastin ku bi daxwaziya xwe 4 roj bû ku bo Nexweşxaneya Rehîmî ya bajarê Dilfanê hatibû veguhastin.

Bi sedema givaşên li ser qata pizîşkiya Îranê hem li warê ewlehî û hem li warê jiyanê, heta niha zêdetir ji 10 hezar peresdar tevî destberdan ji karê xwe ji Îranê derketine.

piştî şoreşa “Jîna”yê givaşên dezgehên ewlehî yên rêjîmê bo ser qata pizîşk û peresdaran gelek zêde bûye.