Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî zarok bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest da

11:45 - 26 Adar 2024

Kolberek ku Zarok bû, li sînorê bajarê Seqizê de li nav befrê de qerisî û canê xwe ji dest daye, ew zarokê kolber temenê wî 15 sal bûye ku bo peydakirina pariyek nanê helalê canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê, kolberekî temen 15 salî yê bi navê “Hestiyar Ebdulkerîmî” xelkê bajarê Dîwanderê, li roja Yekşemî 5ê Xakelêweyê de li sînorê “Mîşaw”ê ser bi bajarê Seqizê,bi sedema qerisîna li nav befrê û sir û sermayê de, canê xwe ji dest daye û termê wî li roja Dûşemiyê hatiye peydakirin.

Bi sedema dest tengî û belengaziya bê qase xelkê û herwisa nebûna derfeta kar û bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê, xelk bo peydakirina pariyeke nanê helal bo malbata xwe, gelek caran ji canê xwe derbas dibe û karê kolberiyê dike ku heta bikare nanê şevê bo malbata xwe peyda bike.