Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 465an a rojnameya Agirî ku ziman halê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

12:33 - 7 Adar 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî  û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

Li rûpela 1 a 464 emîn hejmara Agirî de manşêta sernivîsa daxûyaniya PDKÎ li jêr navê “Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat: Dîsan jî dengê bilindê “NE” ya xelkê bi ser tevahiya îrade û desthilata rêjîmê de serkevt” û nasandina serdêra çend gotarên wê hejmara Agirî dikevne ber çavan.

Rûpelên 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo deqa daxûyaniya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat li derheq serkevtina baykotê, li jêr nave: Dîsan jî dengê bilindê “NE” ya xelkê bi ser tevahiya îrade û desthilata rêjîmê de serkevt”.

Rûpelên 3, 4 û 5 hatine terxankirin bo deqa hevpeyvîna navenda ragihandina Hizba Dêmokrat digel rêzdar Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê.

Rûpela 6 ê de deqa gotara rêzdar Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li simînara “Îran ji dîêtingeha Kurdan, rewşa Rojhilatê Kurdistanê û paşeroja Kurdan li Îranê de” li parlemana welatê Danmarkê.

Rûpela 7 gotara: “Para me 45 salan belengazî bû, lewma baykot bi ser ket!” ji nivsîna Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 de 2 gotar li jêr navên “Poz bilindiya desthildarên Komara Îslamî erdê girt” ji nivîsa Hesen Mukerem, û  gotara “Şano û nimayîşên rêjîma Îranê bi navê hilbijartinan” ji nivîsa Azad Kurdî hatine weşandin.

Rûpela 9 ê de gotara: “Pirsgirêkên girêbesta civakî di civaka Urmiyê de” ji nivîsa Elî Munezemî.

Rûpela 10 ê hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “8'ê Adarê roja rêzgirtina ji berxwedaniya jinê ye” ji nivîsa Mojgan Elîpûr.

Rûpela 11 ê a 465 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî weke hemî carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê bi diruşma “Ji Gel û bo Gel e” postêr temsîla salvegera 11ê Reşema 1357a a Rojî dike ku piştî serkevtina şorişa gelên îranê, rêberê mezin Dr. Qasimlo di mitîngekî dehan hezar kesî li bajarê Mihabadê de, xebata aşkera a Hizba dêmokrat ragihand.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.