Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveberê Mêtroya Têhranê û nûnereka meclîsa rêjîmê hatine tehrîmkirin

11:22 - 9 Adar 2024

Kanadayê hevdem digel roja cîhaniya Jin, berpirsê mêtroya bajarê Têhranê û nûnereka meclîsa rêjîmê bi sedema beşdariya wan li tepeserkirina xelkê û encamdana tundûtîjiyê, li lîstê dorpêçan zêde kirin.

“Mêlanî Cûlî”, Wezîra Derve ya Kanadayê, roja Înê 8ê Marsê, bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku 2 berpirsên rêjîma Îranê bi sûçê beşdarî li tepeserkirina bi tundûtîjî ya jinan û keçan li Îranê, li lîstê dorpêçên Kanadayê bo ser Îranê zêde kirine.

Herwisa “Mêlanî Cûlî” ragihand: “Mesûd Durustî, birêveberê mêtroya Têhranê yasaya hicaba bi zorê li sîstema vegihastinê de birêve dibe û “Zohrê Êlahiyan”, nûnera meclîsa rêjîmê daxwaza cezaya bidarvekirinê bo xwenîşanderên şoreşa Jînayê dike û bi wî awayî pile û pêgeha xwe bo tepeser kirina jinan û kesan li Îranê de bi xirabî bi kar anîye”.

Ew yeka li halekê de ye ku “Ezîz Ceiferî” yêk ji fermandeyê berê yê spaha psadaran a trorîst bi tekezî gotiye ku rêjîma Îslamî “dixwaze bi berfirehtirkirina karên xwe, bernameya fitneya bêhicabiyê bi lezgînî ji nav bibe”.