Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kangehên ser-erd li Îranê xelas dibin û êdî namînin

11:25 - 9 Adar 2024

Serokê Encumena Jêofîzîk a Îranê gotiye ku madeyên kangehn ên ser-erd li Îranê de xelas dibin û me hewcehî bi peydakirina kangehan li kûrahiya erdê de heye.

Bi sedema talankirina kangeh û darayiya ser-erd ji aliyê rêjîma Îranê, êdî ew kangeh ret dibin û rêjîm dixwaze bi peydakirina kengehan li kûrahiya erdê de jî wan talan bike ku heta niha bi tevahî bo derveyî Îranê hatine şandin û bi nirxeke gelek kêm û hewşêweya nefta Îranê têne firotin û xuya nîne ku ew dahat jî bo çi aliyek an kesekê tê xerckirin an tê paşkevtkirin.

Li vê derheqê de “Mihemdriza Hatemî”  Serokê Encumena Jêofîzîk a Îranê got: “bi berçavgirtina vê yekê ku madên ser-erd li Îranê ret dibin û roj bi rojê ji qasa wan kêm dibe, me hewcehî bi lêkolîn û lêgerîn li kurahiya erdê de heye û şêwaza ku em bikarin bo peydakirina wan kangehan bikar bînin, şêwazên jêofîzîkî ne.