Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 15 dironên Hûsiyên Yemenê xistine xwarê

12:14 - 9 Adar 2024

CENTCOMê ragihand li deryaya Sor de hêzên deryayî yên Amerîkayê 15 dironên Hûsiyan ku bi armanca lêdana gemiyan hatibûne avêtin, berî gihîştin bi armancên wan teqandine.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê “CENTCOM”ê ragihand ku li demjimêr 4 heta 6 û 30 xulek bi dema “Girînwîç”ê ya sibêdeha roja Şemî 19ê Reşemê, yekeyên hêza deryayî ya Artêşa Amerîka li deryaya Sor de 15 dironên Hûsiyên Yemenê li esman de teqndine.

Pêka rapora “CENTKOM”ê ew dironên Hûsiyan li ser gemiyên ticarî, navgana Hêza Deryayî ya Amerîka û gemiyên hevpeymanan bibûne gef.

Amerîkayê pêştir jî ragihandibû ku cihê avêtina mûşekên balistîkî yên Hûsiyan kirine armanc û 2 cihên wan mûşekan ku bo avêtinê hatibûne amadekirin, bi mûşekên balistîkî yên dije-gemî ve teqandine.