Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama serkomariya Îbrahîm Reîsî de nirxa xwarinan çendîn beranber bilind bûye

11:40 - 10 Adar 2024

Pêka amarên fermî yên rêjîma Îranê li heyama serkomariya Îbrahîm Reîsî de nirxa hewcehiyên xwarinê, çend qat bilind bûye.

Pêka amarên fermî yên rêjîmê, ji destpêka hatinaserkar a Îbrahîm Reîsî wek serkomarê rêjîmê, nirxa xwarinan çend qat zêde bûye û xwarinên wek goştê sor 4 beranber û rûn nêzî 3 beranber û xwarinên din jî li navbera 125 heta %290 bilind bûne ew yeka li halekê de ye ku Îbrahîm Reîsî her tim dirûşmên geşa aborî dane.

Pêka amarên rêjîmê ji demsala Payîza sala 1400 heta demsala Payîza sala 1402 a Rojî, nirxa birincê Îranî %148, birincê biyanî %125, goştê pez %290, goştê golik %269 û goştî mirîşkan %194 bilind bûye.

Herwis nirxa rûn li vî heyamê de %265 bilind bûye û qend û şeker, û hêk ji %148 û %175 bilind bûne.

Ew yeka li halekê de ye ku dahata xelkê Îranê bo derveyî Îranê tê şandin û bo armancên siyasî û kesîn û girûpî, alîkarîdan bi geşeya terorîzma navnetewî û çêkirina aloziyan xerckirin.