Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yasaya cezaya nexdî ya hicaba bi zorê piştî sersalê dê bi rê ve here

11:45 - 10 Adar 2024

Nûnerekî meclîsa rêjîma Îranê tevî îşarekirin bi birêveçona yasaya cezaya nexdî ya hicaba bi zorê li Îranê, daye zanîn ku bi vê yekê dê zêdetir kerbê xelkê ji rêjîmê vebin.

Reşnivîsa cezakirina nexdî ya berçav negirtina hicaba bi zorê ku li Şêwra Nigehban a rêjîmê de hatiye erêkirin, niha bûye yasayeke rêjîmê û pêka gotina nûnerekî meclîsa rêjîmê dê piştî sersala nû li Îranê de bi rê ve here. Ew cezaya nexdî bê agedarkirina xelkê, hekî hicaba bi zorê bi rê ve nebirin, dê qasê perê wek ciza tête diyarîkirin, ji hisaba bankiya wan kêm bikin ku ev jî awayek dizî û talankirina xelkê ye.

Pêka yasaya hicaba bi zorê her kesek vê yasayê bi rê ve nebe, bo cara yekem 3 milyon û bo cara duyem dê 24 milyon Tumenî bê cezakirin.

Nûnerê meclîsa rêjîmê yê bi navê “Emîrhusên Bankîpûr” gotiye ku cezakirina nexdî dê kerb û kîn û bêzariya xelkê li dijî rêjîmê zêdetir bike.

Xelkê li vê derheqê de gotine ku ew diziyeke eşkere ye û hinekan jî gotiye ku ew bernameyeke şikestxwariye û dê bibe sedemê nerizayetiya zêdetire.