Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullaha Lubnanê careke din sînorê Îsraîlê ralêktabaran kir

17:48 - 10 Adar 2024

Piştî êrîşa Îsraîl bo ser binkeyên Hizbullah a Lubnanê û kuştina çendîn milîsên ser bi rêjîma Îranê ku 3 ji wan milêsên Hizbuêllahê bûn, Hizbullahê bê ti armanceke diyarîkirî bi 10an rakêt avêtin sînorê Îsraîl.

Sibêdeha roja Yekşemî 20ê Reşemê, milîsên Hizbullaha Lubnanê bi awayekî perakende û bê lêdana ti armancekê 37 rakêt avêtine sînorên Îsraîl û pêka gotina Artêşa Îsraîl, wan rakêtan çi xisareke canî û malê nebûye li cihên vala kevtine.

Ew êrîşa Hizbullahê piştî êrîşa esmanî ya Artêşa Îsraîlê li roja Şemî 19ê Reşemê hatiye kirin ku li vê êrîşê de 5 milîsên ser bi rêjîma Îranê ku 3 ji wan milîsên Hizbullahê bûne, hatine kuştin.

Hizbullaha Lubnanê piştrast kiriye ku avêtina wan 37 rakêtan li bersiva êrîşa roja Şemiyê bo ser Hizbullahê bûye û daye zanîn ku li vê êrîşê de li taxa “Xurbet Selem” de 3 milîsên wan ên bi navên “Ceifer Merecî, Elî Merecî û Hesen Merecî” hatine kuştin û 2 kesên din jî bi îdiaya Hizbullahê endamên vê malbatê bûne.

Artêşa Îsraîl li derheq îdiaya Hizbullahê de ragihand: li êrîşa Îsraîlê de tevî bi armanckirina endamên Hizbullahê li “Xurbet Selem”ê, jêrxanên milîsên Hizbullahê li “Eyta El-Şeib” û binkeyeke mûçekêln dije tank li “Marûn El- Reis”ê de teqandine.

Pêka amarên Artêşa Îsraîl li wan çend heyvan de zêdetir ji 241 milîsên Hizbullahê kuştine. herwisa 37 milîsên ser bi rêjîma Îranê û nêzî 30 kesên medenî ku 3 ji wan rojnamevan bûne li wan êrîşan de bo ser binke û bargehên rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê, li Sûriye û Lubnanê de kuştine.