Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq bi cihê deyna gazê dê nefta reş bide Îranê

18:20 - 11 Adar 2024

Îraq bi sedema dorpêça aborî ya li ser rêjîma Îranê nikare deyna gazê bi Îranê bide, lê dê nefta reş bide Îranê û rêjîma Îranê jî bi awayê nerastersat ew yeka erê kirine.

Îraq li hember deyna xwe bi Îranê ku pêka gotina rêjîma Îranê 9 heta 11 milyard Dolar e, dixwaze nefta reş bide rêjîma Îranê ku li Îranê de rêjîm bo berhemanîna berqê li piraniya vizegehan de mazot anku nefta reş bi kar tîne û tevî ku nirxeke erzan heye, lê xweza û jîngehê pîs dike û heta niha li çendîn cihan de bûye sedema xwenîşandana nerizayetiya xelkê.

Nêzî 6 hezar migawat ji berhemanîna berq li Îraqê, girêdayî bi gaza Îranê ye ku nêzî 1 li ser 3 a berqa Îraqê li xwe digre.

Li halekê de ku nefta reş a Îranê ti kiryarek nîne û li enbarên rêjîmê de mane, dîsan jî amade ye ku nefta reş li hember deyna gaz û berqê, ji Îraqê verbigre ku ti qazancek jî bo xelkê Îranê nîne.

Li vê derheqê de “Ziyad Elî Fazil” Wezîrê Berqa Îraqê gotibû ku ti deyneke Îranê li ser Îraqê nemaye û tevahiya deyna Îranê bi banka Ticaret a Îraqê hatiye dan lê bi sedema dorpêçan nikare bo Îranê veguhaze û niha nefta reş a Îraqê li hember gaza Îranê bi Îranê tê dan.