Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinavçona rêyan bo gihandina alîkariyên mirovî li Belûçistanê astengî çêkirine

18:23 - 11 Adar 2024

Tevî ku ji çendên aliyan ve bi taybet ji Rojhilatê Kurdistanê ve alîkariyên mirovê bo berketiyên lehiyê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê têne şandin, lê bi sedema têkçona rê li hinek cihan, gihandin rastî dijwariyan tê.

Tevê ku çendîn roj ji rabûna lehiya kawilker li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê derbas dibin lê rêjîma Îranê ti pêngavek bi çêkirina rêyên têkçoyî bo gihandina alîkariyên mirovî hilnegirtiye û xelkê xwebeş neçar dibin li hinek cihan bi pişta xwe alîkariyên mirovî hilgirîn û li mewdayeke zêde de bigihînin berketiyên lehiyê.

Tevî ku rêjîm bi awayê nersterast rêgirî ji gihandina alîkariyên mirovî bo berketiyên lehiyê li parzêgeha Sîstan û Belûçistanê dike, lê alîkarî berdewam in û şewa derbasbûyî jî alîkariyên mirovê yên xelkê gundê “Nê” bo xelkê Belûçistanê hate şandin û çendîn ciwanên xwebexş ên wî gundî jî bo gihandina wan alîkariyan digel karwanê alîkariyan mirovî çone.

Hevwelatiyên xwebexş li Belûçistanê de gotine ku gihandina alîkariyan li çendîn cihan bi rêya bi pişthilgirtinê li mewdayên dûr, karîne bigihînên xelkê û rêjîm bi zanebûn wan rêyan çê nake.