Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna nirxa dermanan li Îranê bûye gef li ser canê nexweşan

18:25 - 11 Adar 2024

Nexweşên ku hewcehî bi dermanan bi taybet ên nexweşiyên taybet hene bi sedema bilindbûna nirxa dermanan êdî nikarin dermanên hewce bo xwe dabîn bikin û ew yek li ser canê beşeke ji wan bûye gef.

Navenda lêkolîn a meclîdsa rêjîmê li derheq bilindbûna nirxa dermanan û neşiyana beşeke zêde ji nexweşan bo kirîna derman, huşdarî daye û gotiye ku gelek ji nexweşan bi sedema neşiyana darayî nikarin dermanên hewce bikirin, lewma neçar dibin dest ji kirina dermanan berdin ku ew yek dibe gef li ser tendirustî û canê wan.

Pêka raporekê ku nûçegihaniya “Ticaret news” a rêjîmê belavkiriye, li beşa tendirustî û derman li seranserê Îranê de pirsgirêka bilindbûna nirxan û neşiyana nexweşan bo kirîna derman heye û xelk bi sedema hejarî dest ji hinek derman û xizmetguzariyên tendirustiyê ku pêka amaran nêzî %50 a dahata xelkê bo tê xerckirin, berdide ku ew yeka tendirustiya civakê û ya kesîn dêxe metirdsiyê û bo hinek nexweşan ku hewcehî bi dermanên taybet hene, ev yeka bûye gef li ser canê wan.

Bi sedema xemsarî û guhnedana wezareta tendirustî ya rêjîmê bo kirin hejmarek ji dermanên hewce bo nexweşên taybet 10 zarok li heyama heyvekê de canê xwe ji dest dan.