Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyên Muxabiratê çendîn kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de lidar xistin

10:55 - 12 Adar 2024

Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de malnişînkiriyên îdarteya Muxabirat a Îranê li hember Îdareya Mixabirat a wan bajaran kombûna nerizayetioyê lidar xistin.

Malnişînkiriyên Îradeya Muxabirat li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên wek “Sine, Merîwan, Bîcar, Urmiye û herwisa bajarên “Brûcêrd û Xuremabad” li Luristanê, kombûnên nerizayetî li ber deriyê îdeareya Muxabiratê li wan bajaran de lidar xistin û tekezî li ser çendîn daxwaziyên xwe ên wek birêveçona tevaw a ayînnameya personelî û karpêdana sala 1389 a rojî û serastkirin û çareserkirina pirsgirêka bîmeya dermanî kirin.

Herwisa malnişînkiriyên Îradeya Muxabirata Îranê li çendîn bajarê Îranê ên wek, Têhran, Zencan, Reşt, Ehwaz, Erak, Bender Ebas, Erdebêl, Tewrêz, Îsfehan, Sarî, Şehrê Kurd û çend bajarên din ên Îranê de kombûna nerizayetî li ber deriyê îdeareya Muxabiratê li wan bajaran de lidar xistin û tekezî li ser çendîn daxwaziyên xwe kirin.

Kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyaên îdareya Muxabirat li rojên Duşemî ya hemû heftiayan de bo bidestveanîna maf û daxaziyên xwe ev çendîn hefteye bi rê ve diçin, lê heta niha ti encamek nebûye û rêjîmê ti pêngawek bo çareserkirina pirsgirêkên wan hilnegirtiye û bi ti awayekê amade nîne guh bide dengê nerizayetiya wan.