Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmên pêşwazî ji cejna netewiye Newrozê li Kurdistanê dest pêkirine

11:00 - 12 Adar 2024

Li halekê de ku hêşta çend roj bo sersala nû û hatina Newrozê mane, li gund û bajaraên Kurdistanê de rêûresma pîrozkirina vê nirxa netewî dest pêkirine û merasimên bi coş û mezin bi beşdariya hezaran kesan bi rê ve diçin.

Rêûresma Newrozê li gundê “Awîheng”ê ser bi bajarê Sinê û herwisa li bajarê Ciwanroyê de bi awayekî bi şan bi rêve ço û bi hezaran kes bi kincên Kurdî, axabanî û hewriyan li dewra agirê Newrozê de kom bûn û govend û dîlan kirin û ew rêûresma dîrokî û netewiya Kurdistanê bi awayekî berfireh bi rê ve birin.

Li wê merasimê de hevdem digel şahî û xweşî û dîlan û govendê, kur û keçên azadîxwaz diruşmên Jin Jiyan Azadî û merg ber Caş gotin.

Li piraniya bajar û deverên Kurdistanê de rêûresma Newrozê bi awayekî bi şan bi rê ve diçin û xelk bi kincên Kurdî, axabanî û hewriyan li dora agirê Newrozê kom dibin û stran û sirûdên netewî disitrînin û hatina newroza Kurdewarî û sala nû pîrtoz dikin.

Tevê ku rêjîma Îranê cehda kêmrengkirina vê rêûresma netewî ya gelê Kurd dide lê xelk bi awayekî berfireh li vê nirxa netewî xwedî derdikevin û agirê Newrozê bi her nirxekê hil dikin û li dewra agirê Newrozê govenda Kurdî lidar dixin.