Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyek piştî derbaskirina 32 sal girtîgeh, hate bidarvekirin

11:03 - 12 Adar 2024

Welatiyekî xelkê Îlamê ku bi sedema kuştina birayê xwe 32 sal bû li girtîgeha rêjîmê de bû, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îlamê de hate bidarvekirin.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê welatiyekî Kurd ê bi navê “Mo`în Selahwerzî” yê kurê “Mihemed” ê xelkê  gundê “Heft Çişmê” ser bi bajarê “Avdanan”ê  ku ji sala 1370 a rojî ve bi sûçê kuştina birayê xwe li şer û levdanekê de hatibû binçavkirin, li sibêdeha roja Dûşemî 21ê Reşemeya 1402 a Rojî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îlamê de hate bidarvekirin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê “Mo`în Selahwerzî” bavê 2 zarokan e û heta niha ti ragihandineke rêjîmê an berpirsên pêywendîdar, bidarvekirina wî welatîyî, belav nekirine.