Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Rêjîmê gefa jinavbirîna Îsraîlê dike

11:18 - 24 Nîsan 2024

Serkomarê çewtekar ê rêjîma Îranê îdia dike ku li egera her êrîşeke din a Îsraîl bo ser Îranê, renge bersiva me bi awayekê be ku ti ji Îsraêlê nemîne!

Serkomarê çewtekar ê rêjîma Îranê, “Îbrahînm Reîsî” li serdana xwe bo Pakistanê de îda kir ku hekî Îsraîl şaşiyeke din bike, renge êdî ti ji Îsraîlê nemîne, lê navbirî çawaniya vê îdiayê rohn nekir ku çawa û bi çi cureyî, rêjîma Îranê dê wî karî bike û Îsraîl ji nav bibe.

Li halekê de ku rêjîma Îranê cehda berhemanîna çeka navkî dide û ji aliyê din û li civaka navnetewî de îdia dike çeka navkî heram e, gefxwarinên wiha yên serkomarekî çewtekar, ku li rewşeke wiha hestiyar de îdia bike Îsraîl bi tevavê namîne, gotinek cihê lêhûrbûnê ye.

Pasdar-nûnerekî rêjîma Îda dike ku hekî îzin hebe li heftiyekê de dê bomba navkî biceribînin û ji aliyê din jîÎbrahîm Reîsî yê çewtekar îdiayên wiha dike, tevî ku piraniya îdiayên rêjîmê çewt û bê binyat in, lê rêjîmê daye xuya ku pêbendê ti saya û exlaqekî mirovî, siyasî û navnetewî nîne û li egera şer, her çekek bikare dê bi kar bîne, çi kîmiyayî an çi navkî an çekên asayî bin, bo rejîmê ti cudatiyek nîne.