Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê 2 fermandeyên din ên Hizbullahê kuştin

12:33 - 24 Nîsan 2024

Artêşa Îsraêlê daye zanîn ku li êrîşeke esmanî de bo ser milîsên Hizbullaha Lubnanê 2 fermandeyên payebilind ên hizbullahê kirine armanc û ew kuştine.

Pêka raporekê ku Artêşa Îsraîl belav kiriye, 2 fermandeyên payebilind ên Hizbullaha Lubnanê li devera “Edlûn” a li navbera bajarên qiraxavî yên “Sûr û Seyda”yê de kevtine ber êrîşa dironeke Îsraîlê û bi maşînê ve hatine teqandin.

Pêka vê raporê yek ji wan milîsên ser bi rêjîma Îranê, yek ji endamên payebilind ê berevaniya esmanî ya Hizbullahê û yek ji darêjerê pîlana êrîşên terorîstî bo ser îsraîlê bûye û milîsê din jî yek ji kesayetiyên birêveber û handerê êrîşan bo ser Îsraîlê bûye.

Çavkaniyên Lubnanî jî ragihandine ku yek ji endamên Hizbullahê li vê êrîşê de hatiye kuştin.

Îsraîlê li heyama derbasbûyî de, hejmareke zêde ji fermandeyên Hizbullahê ji nav birîne û derbên giran bi birêveberî û cebilxaneya vê girûpa ser bi rêjîma Îranê xistiye.