Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de piştevanîkirin li Tûmac Salihî berdewam e

12:15 - 28 Nîsan 2024

Şêwreaya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayên Îranê, daxwaza hilvewşîna cezaya bidarvekirina “Tûmac Salihî” kirin û hevdem givaşa rêjîmê bo ser jinan û keçan li Îranê şermezar kirin.

Şêwreaya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayên Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê nerizayetiya li hember biryara dadgeha rêjêmê bo sepandina cezaya bidarvekirinê, tevî şermezarkirina cezaya sepandî bi ser “Tûmac Salihî” huşdarî dan ku hekî ew cezaye neyê hilveşandinî dê kombûnên nerizayetî bêne rêlkjxistinkirin.

Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: “Komara îslamiya îranê bi rêya bidarvekirinan dixwaze tevgera Jin jiyan azadiyê tepeser bike”.

Li vê daxuyaniyê de rû bi xelkê Îranê hatiye gotin: “Sala 1401 a Rojî, sala kuştin û tundûtîjiya tevav ya desthoilatdariyê li dijî xelkê bû ku bi şêwazeke bi tevav aşîtîxwazane nerizayetiya xwe nîşan dabûn. Sala 1402 de me binçavkirinên bi kom, bidarvekirin, jikar derxistin, dûrxistin ji kar û sepandina bêdengman bi ser nezariyan, çalakvanên medenî, sendîkayî û malbatên mafxwaz dîtin.

Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: “Li sala 1403 a rojî de jî em şahidê leşkerkêşiya deshilatdarî bo ser seqaman in ku kincên xwexwestiyên xwe bi ser keçan û jinan de bisepînin”.

Li vê daxuyaniyê de rewatiya dadgeha ku buiryar li ser Tûmac Salihî daye, bi tevavî hatiye redkirin û hatiye gotin ku vê dadgehêl mafê yasayî nîne û birara vê li dijî dadperweriyê ye.