Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran dixwaze bi zorê ciwanekî Kurd bide bidarvekirin

12:26 - 28 Nîsan 2024

Dayîka “Riza Resayî” bo rêgirîkirin ji bidarvekirina kurê xwe girte vîdyoyek belav kiriye û li halekê de ku ti kesek “Riza Resayî” bi bikujê karbidestekê rêjîmê nas nake, spaha pasdaran dixwaze bi zorê wî bidar vekin.

“Riza Resayî” yek ji ciwanên nerazî yên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li destpêka vê tevgerê de ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîmê ve li bajarê “Sehnê” de hatibû binçavkirin û piştre bi hêceta vê ku karbidestekî rêjîmê li vê xwenîaşandana nerizayetiyê de hatibû kuştin, tohmeta kuştina wî kesî bi Riza Resayî dan.

Li halekê ku malbata wî kesê ku hatibû kuştinê ti şikayetek li dijî “Riza Resayî” nînin û çendîn caranm jî gotine ku ew bikujê kurê me nîne, lê spaha pasdaran a terorîst bi zorê û bi bandorxistin li ser dadgeha rêjîmê, dixwaze bi hêceta “Qesas” wî bidar veke.

Pêka zanyariyan, “Riza Resayî” ji aliyê îdareya Îtilaat a rêjîmê li bajarê Sehnê, bi kuştina karbidestekî rêjîmê yê bi navê “Nadir Bêyramî” hatiye tawanbarkirin.

 Heta niha spaha pasdaran a terorîst hemû cehda xwe kiriye ku ew li jêr navê “qesas”bê bidarvekirin û malbata “Bêyramî” jî gotine ku me ti şikayetek ji “Riza Resayî” nîne û sedema binçavkirina vî û cezaya sepandî bi ser wî de spaha pasdaran dizane.

Dayîka “Riza Resayî” bi belavkirina girte vidyoyekê daxwaz ji xelkê kiriye ku rêgirî ji bidarvekirina “Riza” bikin.