Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûn nerizanyetî mangirtina xwedî kamiyonan û zêringiran berdewam e

12:31 - 30 Nîsan 2024

Li 3emîn roja mangirtina  xwediyên kamiyonan anku Maşînên Barhilgir li bajarê Îranşehrê ew mangirtin hêj berdewam e, herwisa zêringiran jî li çendîn bajarê Îranê dest avêtine mangirtinê.

Roja Dûşemî 10ê Banemerê, xwediyên Kamiyona li 3emîn roja mangirtina xwe de pêdegirî li ser çareserkirina pirsgirêkên xwe kirin û herwisa li derheq kêmkirina şewatê û qutkirina şewata beşa vegihastinê nerizayetiya xwe careke din ragihandin û mangirtina xwe berdewam kirin.

Herwisa li bajarên mezin ên Îranê wek Têhran, Îsfehan û Tewrêzê de beşeke zêde ji zêringiran dest avêtine mangirtineke berfireh û dukan û bazarên xwe daxsitin û nerizayetiya xwe li hember talankirina wan ji aliyê rêjîmê ve li jêr navê “Tomarkirina kirîn û firotin û vegihastina zêr û dirafê biyanî” dane xuya.

Sendîkaya Zêringiran dixwazin wan mangirtinan berfirehtir bikin.

Rêjîma Îranê bi sepandina yasayekê li jêr navê “Tomarkirina kirîn û firotin û vegihastina zêr û dirafê biyanî” ew ticarete xistiye jêr kontrola xwe û zêdetir ji berê bacê ji wan distîne.