Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkorda Helawsan“ Tewerom” li 80 salên derbasbûyî, li Îranê de

12:35 - 30 Nîsan 2024

Gorî amarên xudî rêjîmê, Îbrahîm Reîsiyê serkomarê rêjîmê tevî diruşm û qewlên direwîn û bi piştewaniya Elî Xamineyî, ne tenê nekarî Teweromê kontirol bike, belku rêkorda 80 saliya nirxa Teweromê hate işkan û geheşte %52 ku heya niha bê mînak bûye.

Navdêr kirin salê ji aliyê Xamineyî ve ku bo handana Reîsî bû, nekarî tewromê kontirol bike û geşeya berhemanînê baştir bike.

Berhevdan li ser rewşa abûriya welat û wan siyasetê çewte rêjîmê û bê kifayetiya deshilatdaran, bi awayê bi zanebûn bûye sedemê xirabtir bûna roj bi rojê ye rewşa Abûrî, û bilind bûna nirxa hewcehiyên jiyanê, bê nirx bûna dirafê Îranê ku ev jî dibe sedemê bêkarî û kêm dahatiyê û dahat bersivderê jiyanê nîne û dahat ji xerc kêmtire, hemî ewane jî dibne sedemê Helawsan anku Teweromê.

Gorî amarên xudî rêjîmê, astê hêla hejarî û belengaziyê li bajarên mezin de geheştiye serweyî 20 Milyon Tûmenî û nawçên dinê jî 15 Milyone. Wate her kesê kêmtir ji wê rêjeyê dahat hebe, li jêr hêla hejariyê tête hesibandin.