Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: Pişta me bi xelkê Kurdistanê gereme û bi bi hêviyê ve şiroveya guherînan dikin

17:11 - 30 Nîsan 2024

Rêzdar “Xaîld Ezîzî”, Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li hevpeyvîn digel kanala têlêvîzyoniya “Kurd Kanal”ê de li derheq çendîn pirs û mijarên taybet ên wek şirovekirinên Hizba Dêmokrat bo tevgera “Jîna” wek pirseke neasnamexwazane, cudahiya Opozîsiyon û ava nebûna Alternatîv, givaşên Komara Îslamî bo ser Hizba Dêmokrat û hejmarek pirsên siyasî yên taybet bi Hizba Dêmokrat û xebata netewî ya vê Hizbê axivî.

Rêzdar Xalid Ezîzî li beşeke hevpeyvîna xwe de li bersiva pirsiyarekê de li derheq beşdarînekirina xelkê li şanoyên hilbijartinên rêjîmê û bi rêveçona bi şan a Newroz li Kurdistanê de got: “Ev beşdarînekirinane li rastiyê de peyamelke siyasiya berfireh bo komara Îslamî bû, çimkî ti car wiha rûberûyê nafermaniyeke medenî li derheq mijar û pirsa yasayî de nebibû. Ji aliyeke din ve jî tevgera Newroza Îsal da xuya ku xelk bi vê yekê ku nerizayetiya xwe didin xuya, li dijî vê rêjîmê amadehiya tevav hene, hivîdar in peyama wan li navxwe û derveyî welat bigihîje Opozîsiyona Îranê û dijberên Komara Îslamî ku ew Opozîsiyon û ew Hizbane bo avakirina alternatîv, pêngav bo vê qonaxê hildin.

Rêzdar “Xalid Ezîzî” li vê hevpeyvînê de îşare bi givaşên bo ser Hizba Dêmokrat kir ku piştî şoreşa “Jîna”yê ji aliyên cur bi cur ve bi ser Hiza Dêmokrat ve hatiye û ragihand ku pirsa ewlehî ya rêjîmê gelek caran bas jê hatiye kirin û me çendîn sal e ku ti çalakiyeke leşkerî nebûye, lê pirsa mana me li Îraqê û Herêma Kurdistanê, mijareke pêwendîdar bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê û “UN”ê ve heye ku bi berdewamî digel wan em li pêwendiyan de ne.

Bo agehdariya temaşevanên rêzdar, ew hevpeyvîne ku çendîn mijarên girîng li xwe girtiye, li roja Çarşemî li berdewamiya bernameyên “Kurd Kanal”ê de dê belav bibe.