Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyeke sînorî ya rêjîmê li bajarê banê, kevte ber êrîşeke çekdarî

13:21 - 2 Gulan 2024

Henga sînorî ya rêjîma îranê li sînorê bajarê Banê, kevte ber êrîşa kesên nenaskirî û serbazekî rêjîmê li vê êrîşê de hatiye kuştin û çend birîndar jî hene.

Pêka raporên belavbûyî û herwisa gotinên Cihgirê Fermandeyê hêza hov a Întizamî ya rêjîmê li parêzgeha Sînê, roja Pêncşemî 13ê Banemerê, ji aliyê hinek çekdarên nenaskirî ve binkeyeke çavdêrî ya hêzên hov ên sînorî li sînorê Hengejalê, kevtiye ver êrîşa kesên çekdar ên nenaskirî û pêka amarên destpêkî serbazekî rêjîmê hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Heta niha ti alî an kesekî ew êrîşe li stuyê xwe negirtiye û sedema û armanca vê êrîşê jî nehatiye zanîn lê hêzên hov ên rêjîmê li sînoran de bi awayê rastersat û bê agehdarkirina berê teqe li kolberan dikin û bi gulleyên şer an gulleyên saçmeyî li nêzîk ve wan dikin armanc û dikujin.