Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 15 rojan de, li her 5 demjimêran de binçavkiriyek bidar vekiriye

11:43 - 4 Gulan 2024

Hejmara bidarvekirina binçavkiriyan ji aliyê rêjîma Îranê ve bi berhevdan digel heyva Adarê a Zayînî %328 zêde bûye û li heyva Nîsanê de zêdetir ji 77 binçavkirî bidar vekirine.

Pêka raora “Hengaw”ê rêjeya bidarvekirinan li heyva Nîsanê de bi berhevdan digel heyva Adarê, %328 zêde bûye û vê pêkê rêjîma Îranê li heyva derbasbûyî ya zayînî de zêdetir ji 77 binçavkirî ku 3 ji wan jin bûne, li girtîgehên rêjîmê li seranserê Îranê de bidar vekirine, ew yeka li halekê de ye ku li heyva Adarê de 18 binçavkirî ji aliyê rêjîmê ve hatibûne bidarvekirin.

Pêka vê raporê 2 heftiyên derbasbûyî de 63 binçavkirî  hatine bidarvekirin, vê pêkê serhev li her 5 demjimêran de kesek hatiye bidarvekirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê li girtîgehên rêjîmê de li parêzgeha Xurasanê 16 kes hatine bidarvekirin ku zêdetirîn rêjeya bidarvekirinan li nav parêzgehên Îranê de li vê heyvê de hebûye, û li vê rêzbendiyê de parêzgehên “Elborz, Îsfehan, Kirman û Tewrêz”ê zêdetirin rêjeya bidarvekirinê li heyva derbasbûyî ya zayînî de hebûne.

Piraniya kesên bidarvekirî bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber bûye û ragihandinên ser bi rêjîmê tenê 4 haletên bidarvekirinê belav kirine.

Li vê derheqê de Birêveberê Saziya Mafê Mirove  Îranê “Mehmûd Emîrî Muqededem” gotiye ku rêjîma Îranê bi armanca tirsandina xelkê û rêgirî ji xwenîşandanên nerizayetî li sala derbasbûyî de 471 kes bidar vekirin.