Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran li nav 180 welatên cîhanê de pileya herî xwarê ya azadiya ragihandinan heye

11:48 - 4 Gulan 2024

Li rêzbendiya azadiya ragihandinan de li nava welatên cîhanê de, Îran li navbera 180 welkatên cîhanê de pileya 176 anku pileya herî xwarê heye.

Pêka rapora nû ya Saziya Raportêrên Bêsînor ku li roja Înê 14ê Banemerê hevdem digel roja cîhaniya azadiya ragihandînê belav bûye, Îran li navbera 180 welatên cîhanê de pileya 176 anku pileya herî xwarê piştî Sûriye, Koreya bakûr, Efxanistan û Êrîtrê, heye û welatên Skandînaviya pileyên herî serve hene û Alman li pileya 10ê de ye.

Herwisa Saziya Raportêrên Bêsînor li vê raporê de huşdarî daye, li halekê de ku îsal nîveya xelkê cîhanê li hilbijartin û dengdanên cuda de beşdar dibin, givaşên siyasî li ser çapemeniya cîhanê zêdetir dibe.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku li 36 welatan de rewşa azadiya çapemenî gelek dijwar, li 60 welatan de jî aloz hatiye binavkirin û bi tenê li 8 welatan de azadiya çapemeniyê li rewşa herî baş hatiye ragihandin.

Pêka vê raporê rewş bo rojnamevanan li 3 li ser 4 a welatên cîhanê de xirab e û li Rojhilata Navîn de jî rewşa azadiya ragihandinan ber bi xirabtirbûnê ve diçe û rêjîma Îranê jî hemû curên azadiya ragihandinê tepeser dike.