Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sedan kesan daxwaz kirine ku bi cihê “Tûmac Salihî”, wan bidar vekin

11:51 - 4 Gulan 2024

Sedan kes ji malabatên xisarpêketiyên şerê li navbera Îran û Îraqê bi nivîsandina nameyeke servekirî û belavkirina vê, daxwaz kirine ku rêjîma Îranê bi cihê bidarvekirina “Tûmac Salihî”, bila wan bidar vekin.

Zêdetir ji 460 kes ên malbatên xisarpêkertiyên şerê Îran-Îraqê bi belavkirina nivîseke wazjokirî ya servekirî daxwaz ji rêjîma Îranê kirine ku bi cihê bidarvekirina “Tûmac Salihî”, wan bidar vekin û gotine:” “eva em bûn ku me mirovên xetakar danîne cihê xwedê û me binyata destpêkirina “Fesada Fîlerz” çêkir”.

Herwisa wan kesan li nivîsa xwe de daxwaz ji desthilatdarên rêjîma Îranê kirine ku “bi lezgînî reftara leşkerî û întizamî digel jinên bi rûmet û bivêrên Îranê bi hêceta hicaba bi zorê, bi dawî bînin”. 

Herwisa wajokerê vê nivîsê huşdarî dane rêjîmê ku hete direng nebûye, dest ji gefxwarin û tirsandina ciwanan û alozkirin û ji rêderxistina hizra giştî berdin û welat ber bi kendalê herifînê ve nebin.

Herwisa li vê nivîsê de hatiye: “Hikûmetek ku şiyana çareserkirina ti qeyreneke mezin ku berhema wê bi xwe ye, nebe, bi armanca tirsandin û çêkirina rewşa bi sam, hemû rojan hêzên çekdar li ser şeqaman cihgîr dike û niha biryara bidarvekirineke cihê şerimkirinê li ser hunermendekî nerazî û ciwan daye.