Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Saman Yasîn” tevî ku li girtîgehê de nexweşe, rêjîm îzna murexesiyê nade wî

11:56 - 4 Gulan 2024

“Saman Yasîn” ê Repêrê Kurd ê xelkê Kirmaşanê li halekê de ku rewşa tendirustiya wî xirabe, li girtîgehê de tê ragirtin û berpirsên girtîgehê digel murexesiya wî dijatyetiyê dikin.

Pêka gotina parêzerê “Saman Yasîn”, yê bi navê “Ramîn Seferniya” ku li roja Înê 14ê Banemerê li tora civakiya “X” de belavkiriye, berpirsên girtîgeha “Qizilhisar”ê bi zanebûn û bi neyasayî, îzna çona Saman Yasîn bo murexesiyê wajo nakin û ew bi nexweşiyê ve li girtîgehê de maye.

Saman Yasîn ê Repêrê Kurd, ku li şoreşa Jinayê de hate binçavkirinê, 18 heyv e ku li girtîgeha “Qizilhisar” a rêjîmê de ye û rewşa tendirustiya wî xirabe.

Parêzerê Saman Yasîn herwisa ragihandiye ku li roja Pêncşemî 13ê Banemerê, li taya 28 û 15 a dadgeha inqilab a rêmê de lipey dosyeya “Saman” kevtiye ku destpêregihîştin bi dosya wî hebe, lê li wan tayan de bi wî hatiye ragihandin ku îzna vê yekê nînin û divê ew mijare li dîwana bilind de bê lipeykevtin.

Li halekê de ku nexweşxaneya Razî a Têhranê raporta pizîşkî ya Saman Yasîn bo girtîgehê şandiye û nexweşiya “Saman” bi rohnî xuya ye, divê dosya wî bo pizişkê dad vere şandin, lê li taya 28 a dadgeha inqilab a rêjîêmê de bi “Saman Yasîn” hatiye ragihandin ku ti fayleke pizîşkî li nav dosyeya wî de nîne.

“Saman Yasîn” berê cezayê bidarcvekirinê bi ser de hatibû sepandin ku ew cezaye li dadgeha bilind a rêjîmê de hate hilveçandin