Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li heyama 2 rojan de 14 kolber birîndar kirin

10:57 - 1 Gulan 2024

Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê 14 kolber ku 2 ji wan zarok in li heyama 2 rojan de birîndar kirin û herwisa 2 kolberên din jî binçav kirine.

Pêka rapora “Kolber News” hêzên sînorî yên rêjîma Îranê li roja Yekşemî 9ê Banemerê bi teqeya rasterast û bi çekên kilaşînkof û çekên saçmeyî 14 kolber birîndar kirine ku 2 ji wan kolberan temenê wan 16 sal e, yek ji wan ê bi navê “Parsa Husêynî” ê xelkê gundê “Bilîzan”ê û kolberê din ê 16 salî yê bi navê “Sehend” ê xelkê gundê “Derebeyan”ê ye ku nasnameya wî nehatiye zanîn.

Pêka vê raporê, ranê parsa bi gulleya Kolaşînkofê û pişta “Sehend” bi gulleyên saçmeyî hatine birîndarkirin.

Herwisa li vê rojê de li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê de jî kolberekî din ê bi navê “Mêhran Behramî” yê temen 25 salî bi gulleyên rastersat hatiye birîndarkirin.

Roja Dûşemiyê jî hêzên sînorî yên rêjîmê li sînorê Newsûdê de 8 kolber bi awayê rasterast û gulleyên şer birîndar kirin ku nasnameya 4 ji wan ên bi navên “Mihemed Mihemedî yê xelkê Şuşmê, Eyûb ku nasnavê wî nehatiye zanîn ê xelkê Ciwanroyê, Xelîl Mihemedî yê xelkê Selasa Bawecanî û mahan Muradî yê xwendekjarê temenê 18 salî yê xelkê Ciwanro”yê hatine ragihandin ku bo nexweşxanê hatine veguhastin û rewşa tendirûstiya “Mihemed Mihemedî” bi nebaş hatiye ragihandin.

Herwîsa hêzên sînorî yên rêjîmê li sînorê “Hengejal”ê de kolberekî temen 19 salî yê bi navê “Mîlad” ku nasnavê wî nehatiye zanîn ê xelkê gundê “Kox Şêxul Îslam”ê ser bi bajarê Banê bi gulleyên çeka kilaşînkof, çoka wî birîndar kirine.

Li Selasa Bavecanî de jî li hemen rojê, hêzên sînorî yên rêjîmê kolberek ê bi navê “Nîma Elmasî”bi teqeya rasterast a gulleyên saçmeyî li nêzîk ve tenişt, pişt û destê wî birîndar kirine.

Hevdem 2 kolberên din ên bi navê “Wezîr ku nasnavê wî nehatiye zanîn ê temen 38 salî ku xêzandar e û Mihemed Muradî” ên xelkê Ciwanroyê heyama çendîn demjimêran ji aliyê hêzên sînorî yên rêjîmê li sînorê Newsûdê de binçavkirin ku piştre hatine azadkirin.