Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zêdetir ji 17 milyard dolar bûdce bo hêzên çekdar diyarî kiriye

11:34 - 6 Gulan 2024

Li halekê de ku bûdceya giştî ya Îranê 2 hezar û 463 hezar milyard  Tumen hatiye diyarîkirin û pitir bi rêya vergirtina bac ji xelkê ye, zêdetir ji 17 milyard Dolar bo hêzên çekdar ên rêjîma Îranê bûdce hatiye diyarîkirin.

Pêka amarên ku Radio Ferdayê belav kiriye, rêjîma Îranê zêdetir ji 17 milyard Dolar bûdce bo hêzên çekdar diyarî kiriye ku zêdetirîn pişka vê bo spaha pasdaran a terorîst û malnişînkiriyên vê rêkxirava terorîstî hatiye diyarîkirin, ew yeka li halekê de ye ku beşeke zêde ya bûdcya giştiya Îranê bi zêdekirina bac ji xelkê Îranê tê dabîn kirin.

Li halekê de ku bûdceya spaha pasdaran û navendên ewlehî yên rêjîmê û bi taybet bernameyên mûşekî û navkiya rêjîma Îranê ku ji aliyê spaha pasdaran a trorîst ve têne birêvebirin bi serastî rohn nîne û beşeke zêde ya nefta Îranê û herwisa pitira ticareta ne-neftî ya Îranê ji aliyê navendên ser bi dezgehên ewlehî û aboriya spaha pasdaran ve tê kirin, rêjeya vê rohn nîne û dahata vê ticaretê tevê ku rêjeya vê rohn jî nîne, nazivire xezaneya banka navendî.

Pêka amarên rêjîmê, bo hawirdekirina hemû hewcehiyên xelkê Îranê, kêmtir ji 15 milyard dolar hatiye diyarîkirin û li hember de bûdceya ku bo hêzên çekdar hatiye diyarîkirin ji vê rêjeyê gelek zêdetir e.

Radiyo Ferdayê amareke hûr bi xişteyên cuda ji bûdceya hêzên çekdar ên rêjîmê belav kiriye û ragihandiye ku amara serast ji vê amarê jî zêdetir e û bûdceya spaha pasdaran û navendên din ên ser bi vê rêjîmê bi serastî xuya nînin.