Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê daxwaz ji xelkê bajarê Refehê kir ku ji bajar dervekin

11:51 - 6 Gulan 2024

Artêşa Îsraîlê tevî daxwaza derketina xelkê ji bajarê Refehê, daxwaz ji wan kiriye ku ber bi devera ewleh ve herin, Artêşa Îsraîlê heta niha li êrîşkirin bo ser Hemasê li bajarê Refehê, xwe parastiye.

Artêşa Îsraîl tevî amadebûna bername û pilana şer li bajarê Refehî, xwe ji êrîşkirin bo ser bajarê Refehî li başûrê Xezê parastiye, lê niha daxwaz ji xelkê bajarê Refehê kiriye ku ji deverên rojhilatê bajarê Refehê derkevin û rû bi devera mirovperwerane ya geşekirî ve herin. Ku ew yeka dide xuya êrîşa Artêşa Îsraîl bo ser Hemasê li bajarê Refehê dê dest pêbike.

Pêka rapora “Reuters”ê beşek ji malbatên Felesîniyan piştî belavbûna daxuyaniya Artêşa Îsraîl bo derketin ji deverên rojhilatê Refehê, ji wan deveran derdikevin.

Ew yeka dide xuya ku êrîşa Artêşa Îsraîl bo ser Hemasê li bajarê Refehê, renge li demeke kin de dest pêbike.

Pêka dawî nûçeyan, Îsraîl amade nîne bi ti awayek, şer bi yekcarî digel Hemasê bisekinîne û heta dawîanîn bi Hemas li Xezê, dê wî şerî berdewam bike, ji aliyê din ve jî, êrîşên rakêtî yên Hemas û Hizbullahê bo ser Îsraîlê her li wan çend rojan de jî bedewam bûne ku heta niha bi zêdetir ji 10 kuştî û birîndar li pey xwe anîne.

Pêka gotina serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu”, sekinandina yekcariya şer digel Hemasê, bi wateya teslîmbûn bi rêjîma Îranê ye û Îsraîl heta dawîanîn bi Hemasê, şer nasekinîne.