Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaaata spaha pasdaran a terorîst ciwanekî Kurd li bajarê Şinoyê binçav kirin.

20:21 - 8 Gulan 2024

Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê ku berê jî ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatibû binçavkirin, careke din û piştî banghêjkirin bo îtilaata spaha spadaran a terorîst li bajarê Şinoyê, hate binçavkirin.

Pêka raporta Ajnasa “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 18ê Banemerê, “Seyîd Eyûb Mûsewî” yê xelkê bajarê “Mîrava”yê ser bi bajarê Şinoyê ku berê ji bi tohmetên siyasî hatibû binçavkirin, piştî banghêjkirin bo îdareya Îtilaat a spaha pasdaran a rêjîmê li bajarê Şinoyê, hate binçavkirin.

Pêka rapora Kurdpayê, ew welatiyê Kurd piştî binçavkirinê, bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

“Seyîd Eyûb Mûsewî” li rojên dawî yên heyva Gelawêja 1397 a Rojî, ji aliyê hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve hatibû binçavkirin û piştî dawîhatin bi lêpirsînan bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Sala 1398 a Rojî de “Seyîd Eyûb Mûsewî” ji aliyê taya 101 a dadgeha cezakirina 2 a rêjîmê li bajarê Şinoyê bi tohmeta “Endametî li yek ji Partiyên Kurdan ên Opozîsiyona Îranê” 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û ew cezaye bi berçavgirtina madeya 422 de bi 3 sal û 9 heyv girtîgeh hatibû kêmkirin.

Roja Çarşemî 4ê Befranbara 1398ê de “Seyîd Eyûb Mûsewî” bo cîbicîkirina cezaya sepandî bi ser de bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexedê, hate veguhastin û li sala 1400 a Rojî de jî bi awayê mercî hatibû azadkirin.