Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Urmiyê de zêringiran mangirtina xwe berdewam kirin

10:44 - 2 Gulan 2024

Piştî biryara rêjîmê bo kontrola zêdetir a kirîn û firotina zêr û danîna baca zêdetir bi ser zêrîngiran, li çendîn bajarên Îranê de zêringiran man girtine û bazar û dukanên xwe daxistine.

Piştî birêveçona mangirtina zêringiran li çendîn bajarên Îranê û berdewamiya wan mangirtinan li çend rojên derbasbûyî de, zêringirên taxa Şehrka Ferhengiyan a bajarê Urmiyê jî, duyemîn roja mangirtina xwe berdewam kirin û nerizayetiya xwe li hember yasaya nû ya rêjîmê bo bacvergirtina zêdetir û kontrol bi ser hemû kirîn û firotina zêr û herwisa dirafê biyanî nîşan dan.

Li wan çend rojan de li bajarên wek “Tehran, Tewrêz, Şîraz, Îsfehan û çendîn bajarên din de zêringir tevlî vê mangirtinê bûne.

Wan zêringiran li bajarê Urmiyê, 2 roj e ku dukan û bazarên xwe daxistine û pêka biryara sendîkaya zêringiran li seranserê Îranê, ew mangirtin dê hêj berfirehtir bibin û hatiye ragihandin ku heta ew biryara baca nû neyê hilveşandin ew mangirtin dê berdewam û berfirehtir bibin.