Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Kanada yê, spaha pasdaran bi terorîs naskir

11:51 - 9 Gulan 2024

Tevî hemû alozî û derbasbûna demê, li dawiyê de Parlemana Kanada yê bi erêkirina reşnivîsekê, spaha pasdarana rêjîma Îranê wek rêkxistineke terorîstî binav kir.

Roja Çarşemî 19ê Banemerê, reşnivîsa bi terorîstnaskirina spaha pasdaran bi 327 dengên erê hate pesendkirin û bi wî awayî, parlemana Kandayê, spaha pasdaran a rêîjîma Îranê wek rêkxistneke terorîstî binav kiriye ku ew yeka dê astengî û pirsgirêkên micid bo rêjîma Îranê li welatê Kanadayê de çê bike.

Piraniya berpirsên rêjîmê bi taybetî ên li karûbarên derve yê rêjîmê, endamê spaha pasdaran a terorîst in û ew yeka dê givaşeke micid bêxze ser rêjîma Îranê.

Parlemana Kanada yê li heyva Joen a sala 2018 a Zayînî de jî pesend kiribû ku Kanada spaha pasdaran wek rêkxistineke terorîstî binav bike lê ji aliyê kabîneya vê demê ya Kanada yê ve bi serokwezîriya “Castîn Tirodo” ew yeka nekete warê cîbicîkirinê.