Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ciwanekî Kurd li girtîgeha bajarê Urmiyê de bidar vekir

11:57 - 9 Gulan 2024

Li girtêgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de ciwanekî xelkê Gundê “Lerniya” ku bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, cezaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandîn, hate bidarvekirin.

Pêka repora Ajansa “Kurdpa”yê, sibêdeha roja Sêşemî 18ê Banemerê, ciwanekî Kurd ê bi navê “Hesen Muherir” ê kurê “Husên” ê xelkê gundê “Lerniya” ser bi devera Tirgewer a bajarê Urmiyê, ku bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber ji aliyê dadgehê ve cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de hate bidarvekirin.

Ew kese çend salan berî niha hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajrê Urmiyê hatibû veguhastin û piştre cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Navbirî li roja Duşemî 17ê Banemerê bo odeya takekesî ya vê girtîgehê hatibû veguhastin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ragihandin û navendên pêywendîdar ên rêjîma Îslamiya Îranê li vê derheqê de ti nûçe an zanyariyek belav nekirine.